Rêveberiya Samê nûçeyên ser civîna bi Îsraîlê re red kir

19 January 2021 21:51 0 dîtin
Rêveberiya Samê nûçeyên ser civîna bi Îsraîlê re red kir

PeyamaKurd – Li ser nûçe û îdiayên çend rojên dawî yên li ser hevdîtineke nepen a Sûriye û İsraîlê bi navbeynkariya Rûsyayê Wezareta Derve ya Sûriyê daxuyanî da.

Di daxuyanîyê de hat redkirin ku ti civînek di navbera Îsraîlê de pêk hatibû û hat gotin, “Sûriye hemû îdiayên ku li ti cihekî bi Îsraîlê re civiyabe red dike.”

Wezaretê herwiha ew îdia wekî hewldaneke biserneketî ya fînansorên wan rojnameyên ew nûçe belav kirine bi nav kir û diyar kir, Sûriye di mijara Îsraîlê de li kêleka mafên netewa Ereb û doza Filîstînê cî digire.

Li gorî nûçeya Şerqul Ewsedê hatibû îdiakirin ku meha borî bi garantoriya Rûsyayê şandên Suriye-Îsraîlê li baregeha Hmeymim civiyane û Îsraîlê daxwaz kiriye Îran û milîsên wê ji Sûriyê bên derxistin.