Rêveberiya Xweser: Besdarî ti projeyên parçekirina Sûriyê nabin
PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê diyar kir, projeya wan li bakurê rojhilatê Sûriyê ne projeyeke cudaxwaz e û beşdarî ti projeyên parçekirina Sûriyê nabin.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser têkildarî daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê ku di 18ê Tîrmehê de li ser serdana şandeyeke Fransî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re belav kiriye, daxuyaniyek belav kir.
Li gor di daxuyaniyê de hat gotin: “Em hemû tawanên di daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê de hatine red dikin. Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin ev proje, projeyeke qutbûnê ye. Lê em diyar dikin ku projeya me neteweyî û Sûriyeyî ye û ti têkiliya xwe bi çi projeyeke li dijî Sûriyeyê, yekitiya wê û gelê wê tune ye.”
Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de eşkere kir: “Derbarê axaftina li ser pêwîstiya têkoşîna li dijî terorê bi rêya Şamê de, di daxuyaniya wê de bi awayekî eşkere li dora rastiyan dizîvire û vedişêre. Gelê me li dijî terorê li ber xwe da û hîna jî bi derfetên xwe û destkeftiyên xwe yên neteweyî û sûriyeyî li ber xwe dide.”
Di berdewamiyê de herwiha rexne li hikûmeta Sûriyê girt û got: “Diviyabû Şam bi cidî li hember kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên terorîst, dagirkirin, guhartina nasnameya dîrokî, mirovî û çandî yên herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî bisekiniya.”
Hat eşkerekirin: “Hevdîtina bi şandeya Fransî re di çarçoveya xizmetkirina îstîqrarê bi firansiyan re û di çarçoveya baldariya me Ii ser pêkanîna me ya erka xwe ya Sûriyeyî de bû.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Em bang li Şamê dikin ku dev ji vê gotarê berde û bi rewşa Sûriyeyê bifikre û ji wê zihniyeta xwe ku hîna ti pêşketin di rêveçûna çareseriyê de pêk neaniye, derkeve.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin