Rêveberiya Xweser: Em ê biryara 119 careke din di ber çavan re derbas bikin
PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, piştî nerazîbûnên gel li ser biryara 119 a bihabûna nirxê sotemeniyê diyar kir, ew ê îro vê biryarê careke din di ber çavan re derbas bike.
Li gorî malpera Rêveberiya Xweser, Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid daye zanîn, ji bo pêkanîna daxwazên gel, ew ê îro Çarşemê civîneke awarte li dar bixin û biryara 119 careke din di ber çavan re derbas bikin.
Rêveberiya Xweser, du roj berê nirxê hemû madeyên Sotemeniyê ji Mazot, Xaz û Benzînê bilind kirin û hişt ku nerazîbûneke mezin di nava gelê herêmê de çêbibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin