Rêveberiya Xweser: Emê di demek nêzîk de helwesta xwe li ser rêkeftina Tirkiye û Rûsya eskere bikin
PeyamaKurd - Rêveberiya xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand, ewê rêkeftina Rûsya û Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bikin û helwesta xwe ya fermî li ser wê eşkere bikin.
Berdevkê rêveberiya Rojava bi navê Kemal Akif ragihandiye, ewê rêkeftina navbera Tirkiye û Rûsyayê de li ser Rojava bixwînin û gotûbêj bikin paşê helwesta xwe li ser rêkeftinê eşkere bikin.
Wî berpirsê Rojava daye zanîn, ewê di demek nêzîk de helwesta xwe ji raya giştî re ragehînin.
Duhî serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Soçî yê Rûsya hevdîtin kirin û li ser Rojava rêkeftinek îmze kirin.
Li gorî wê rêkeftinê, divê e hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di nav 150 saetan de 30 km dûrî sînorên Tirkiyê vekişin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin