Rêvebira Facebookê yê Tirkiye li ser WhatsApp ê axifî
PeyamaKurd – Cîgirê rêvebirê Facebookê yê Rojhilata Navîn, Afrîka û û hem cîgira serokê Herêma Tirkiyê Derya Özkaya Matraş, li ser parvekirina agahiyên şexsî di ser hesabê xwe yê medya civakî peyamekî belav kir. Matraş sedema rojanekirina WhatsAppê kir û got ne mumkune ku Facebook karibe peyamên WhatsApp ê bibîne. Matraş weha got:
“Peyamên we yên taybet, hun li kê geriyabin, wêne, video û tiştên weha ku hun bo hev dişînin, ji her dû aliyan ve an ku bi temamî bi şîfrê tên parastin. Mifta şîfreyekî yê ku şandiye û yê ku peyamê distîne dikare bibîne û bişkêne.”
Matraş, di ser hesabê xwe yê Instagramê de bi vîdeoyê di plan de guherînên dê bênkirin ragihand. Matraş got berê bi rêya WahstAppê di nava du kesan de dayîn û sitendin dihat kirin lê çendîn peyamşandin dikeve jiyana me, êdî kargeh, dezge û sazî bo bi hevre di têkiliyan de bin, weka mirovan dest bikaranîna WhatsAppê kirin. Matraş behsa mijara esasî ya rojanekirina WhatsAppê de weha ragihand:
“Bo kargeh karibin di pêşde bi muşteriyên xwe re li ser WhatsAppê têkiliyên xwe birêve bibin, bo alîkariya wan me update kir. Ev rojanekirin eger di pêşde kargeh bixwazin xizmeta hostîngê bistînin, dikarin di ser şîrketa me ya esasî de bistînin. Ev derfet çêdibe. Di ser WahatsApp ê de bi kargehekî re ji hev re peyaman dişînin an naşînin car din di destê ew kesê bikartîne de ye. An sitendina xizmetekî ya bi ewle ya hostîngê di ser facebookê de distînin an nastînin, di destê kargehê de ye, ne di destê Facebookê de ye.”
Matraş, got ku bi salaye WahtsApp perçeyekî Facebookê ye û tê plankirin ku weha bimîne. Di rojên pêşiya me de, di mijara ku WhatsApp çawa rêz li agahiyên taybet digre, êm ê li Tirkiyê bêhtirî parastina heya niha bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin