Rewsa dawî ya Kovid-19 ê li Tirkiyê askera bû

16 May 2020 21:53 0 dîtin
Rewsa dawî ya Kovid-19 ê li Tirkiyê askera bû

PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca rêje û rewşa dawî ya Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê ragihand. Jimara kesên ji ber Kovid-19 ê jiyana xwe dane, îro 41 kesin. Yên ku bi cîhazên nefesê ve girêdayîne jimara wan jî daket 474 kesan. Rêjeya îro ya bo rewşa Kovid-19 ê weha ye:

1.589.625 test heya niha hatine kirin.

   158.067 kes heya niha bi nexweşînê ketine.

       4.096 kes heya niha mirine.

          906 kes di beşa hûrlênêrînê de ne.

          474 kes bi cîhazên nefese ve girêdayîne.

   108.137 kes heya niha baş bûne.

     42.236 test îro hatine kirin.

       1.610 kes îro bi nexweşînê ketine.

            41 kes wefat kirine.

       2.004 kes baş bûne.