Rewsa Kovid-19 ê li Kurdistanê: 19 wefat û 438 pêketiyên nûh hene
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa Kovid-19 ê ya roja 2 yê cotmehê ya Herêma Kurdistanê bi tabloyekî belav kir. Li gor tabloyê îro 19 nexweş wefat kirine û 438 pêketiyên nû hene. Rêjeyên li ser tabloya wezaretê wehanin:
3.145.760 test heya îro hatine kirin.
334.032 test heya îro posîtîv derketin.
300.803 nexweş heya niha baş bûn.
5.911 nexweş heya îro wefat kirin.
33.475 test îro hatin kirin.
19 nexweş îro wefat kirin.
438 kes îro bi nexweşînê ketin.
1.414 nexweş îro baş bûn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku heya niha di ser 1 mîlyon dozî de vaccine hatiye kirin. Li 171 navendan derziya Kovid-19 ê têkirin. Heya niha 628 hezar doz vaccina yekem û 410 hezar vaccina duyem hatiye kirin. Barzanî got ku 1 mîlyon doz vaccin hatiye temîn kirin û di encamê de got:
“Em bi hevre Kurdistanê biparêzin û derziya Kovid-19 ê li xwe bixin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin