Rêya navbera bajarên Ezirgan û Sêwasê bi sedema hezê hat girtin
PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr rêya navbera bajarên Ezirgan û Sêwasê bi sedema barana zêde ku bû sedema hezlêketinê, rê ji her dû aliyan de bo çûnûhatê hat girtin.
Di km ya 25 an de, ax, çamûr û kevir bi hevre ketin nava rêya dualî. Bi sedema barana zêde avê temamê kevir û axê bir li ser rê fireh kir.
Li ser agahdarkirina ciyên pêwendîdar tîmên cendirmeyan, yên polîsan û yên 112 yên tendursitiyê çûn ciyê bûyerê. Rêvebiriya Rêyên Bejayiyê dest bi xebata vekirina rê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin