Rêya navbera Silêmanî û Kerkûkê ji aliyê xwepêsandaran ve hat girtin
PeyamaKurd – Rêya navbera Silêmanî û Kerkûkê, Çemçemalê ji ber xwepêşandanê hat girtin.
Li gor zanyariyan, li qeza Çemçemal a ser bi Silêmaniyê ve hejmarek welatî xwepêşandan dan destpêkirin û rêya sereke ya navbera Kerkûk û Silêmaniyê girtin û di encamê de bi sedan otomobîl asê man.
Hat zanîn, beşek ji wan xwepêşanderan diyar dikin, îdareya navçeyê nekariya xizmetê ji bo navçeyê bike, ji ber wê jî nerazîne û xwepêşandan dane destpêkirin.
Herwiha xwepêşander dibêjin, sedemê hatina wan a ser şeqamê ji ber kêmaviya navçeyê ye. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka kêmaviyê, biryara pêkanîna projeya ava Goktepe – Çemçemal daye ku bi wê projeyê wê pirsgirêka kêmaviya Çemçemalê çareser bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin