Rêzgirtina Rojhilatê Kurdistanê ji bo sehîdan
PeyamaKurd - Li rojhilatê Kurdistanê hemû bajaran xelkê dikanên xwe venekirin û êrişa Îranê li ser Pêşmergeyên HDKê şermezar kirin.
Li bajarên rojhilatê Kurdistanê Senendec, Merîwan, Mehabad, Seqiz, Banê, Bokan, Pawê, Ciwanrûd û gelek deverên din dikan nehatin vekirin.
5 partiyên Kurdan li rojhilatê bangewaziya gel kirin ku helwestê bigirin û li şehîdan xwedî derkevin.
Îran ji vê yekê gelekî hêrs bû û hewl da bi zorê dikanan veke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin