Êrîsa hewayî ya Îsraîlê li ser Lubnanê
PeyamaKurd – Rageşiya li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê zêde ye. Medyaya Lubnanê ragihand ku balafirên şer ên artêşa Îsraîlê li rojhilatê Lubnanê li ser hin deverên li ser sînorê Sûriyê êrişên asmanî pêk anîn.
Li gor nûçeyên ku di medyaya Lubnanê de hatine belavkirin, artêşa Îsraîlê li eyaleta Bekayê ya li rojhilatê Lubnanê êrişî hin herêmên navborî kir.
Balafirên şer ên Îsraîlê derdora bajarokê Havş El-Sayed Elî jî kirin hedef.
Hat ragihandin ku li bajêr qamyoneke ku erzaq dibir jî derb lê ketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin