ROJAVA | CENTCOM pistrast dike ku hêzên wan rastî êrîsekê hatiye
PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî yên Artêşa Amerîka (CENTCOM) îdîaya êrîşa li ser hêzên wan li Rojavayê Kurdistanê piştrast kir û aşkere kir mafê wan heye ku berevaniya xwe bikin.
Îror roja duûşemê (04.11.2019) bi daxuyaniyekê Berdevkê CENTCOMê Earl Brown aşkere kiriye hêzên wan li Rojavayê Kurdistanê hatine armanckirin û kîlometreyekê dûrî karwanê wan ê serbazî ketine xwarê.
Herwiha Earlt Brown dibêje herçend moşek li hêzên wan nekitibin jî armanca wan a serekî berevaniya hêzên wan e û wê bersiva her êrîşekê bidin.
Li gor medyaya Artêşa Rûsyayê duhî roja yekşemê (03.11.2019) çekdarên opozîsyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê ve, li derdora bajarokê Til Temirê hêzên Amerîkayê kiribûn armanc.
Serokê Navenda Rûsî ya Lihevanîn Aliyên Sûrî, General Yuriy Borenkov dabû xuyakirin, ku çekdarên Artêşa Azad ku Tirkiye piştgiriya wan dike, êrîşî karwaneke hêzên Amerîkayê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin