Rojava-Sûriye | Amerîka ji bo derxistina milîsên Îranê kete rewsa amadebasiyê

16 August 2023 20:01 0 dîtin
Rojava-Sûriye | Amerîka ji bo derxistina milîsên Îranê kete rewsa amadebasiyê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Amerîka li Rojhilatê Firatê yê Sûriyê ji bo derxistina milîsên Îranê ji herêmê ketine rewşa amadebaşiyê û ji bo vê jî planek hatine amadekirin.

Çavkaniyeke agahdar li Rojavayê Kurdistanê, eşkere kiriye ku Amerîkayê projeyek ji bo derxistina milîsên Îranê yên li Rojavayê Çemê Firat li Sûriyê amade kiriye ku bi dirêjayiya sînorê navbera Iraq û Urdinê dest wan de ye.

Hate diyarkirin ku Amerîkayê ji bo wê planê hêzeke zêde kom kiriye, lê hîn dema wî şerî nehatiye diyarkirin.

Çavkaniya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji BasNewsê re gotiye: “Amerîkî bi awayekî nepenî kar li ser vê projeyê dikin, hêzên herdu aliyan jî li ser aliyên Çemê Firatê hatine komkirin.”

Hate gotin ku wê HSD li dijî milîsên girêdayî Îranê li Rojavayê Firatê nekeve şer û wiha hate gotin: “Beşdarî kirina HSDê li gel Hêzên Hevpeyman dijî milîsên ser bi Îranê dê ziyanên wê hebin li eniya Helebê li dijî artêşa Tirkiyê û komên girêdayî Tirkiyê. Ji ber eniyeke hevbeş li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û milîsên ser bi Îran û Rejîma Sûriyê dijî Tirkiyê û komên girêdayî wê li navçeyên Şehba û Efrîn û gundên derdora Helebê de hene.”

Heman çavkaniyê daye zanîn: ‘’PKK ku hegemona xwe li ser biryarên HSDê de heye, pêwendiyeke bihêz li gel îstixbarata Îran û milîsên ser bi Îranê li Iraqê heye. Eniya hevbeş li qeza Şingalê ava kirine.. Ev yek jî rêgiriyê dike ku HSD bi eşkere û rasterast nekeve nav ti rikberiyeke li gel milîsên girêdayî Îranê.”

Çavkaniyê di dewamê de jî gotiye: “Îranê hêzeke zêde aniye wan navçeyên nêzîk li navçeyên bin kontrola Hêzên Hevpeymanan li Rojhilatê Firatê û ew hêz wek amadekariyek ji bo her pevçûneke çekdarî anîne.”

Rojnameya Washington Post a Amerîkayê çend roj berê ragihandibû ku zanyariyên derketine eşkere dikin ku Îran û Rûsya di çekdarkirina wan komên girêdayî rejîma Sûriyê de destê wan heye û bi çek û plan kar dikin, ku Hêzên Amerîkayê dikin armanc û dixwazin wan naçarî derketina ji Sûriyê bikin.