Rojava | TEV-DEMê bersiv da hikûmeta Esed: Em ji bo yekîtiya Sûriyê...

10 January 2019 10:41 0 dîtin
Rojava | TEV-DEMê bersiv da hikûmeta Esed: Em ji bo yekîtiya Sûriyê...

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdat ku danûstandinên ligel rêveberiya Rojavayê Kurdistanê piştrast kiribûn, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî bi daxuyaniyekê kêfxweşiya xwe bo daxuyaniya hikûmeta Sûriyê nîşan da û da zanîn ku ew ji bo yekîtiya Sûriyê li dijî terorê têdikoşin.

TEV-DEMê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji vekirin û berfirehkirina rêyên danûstandinê ligel hikûmeta Sûriyê kêfxweş dibin û dixwazin danûstandin bipêş bikevin.

Herwiha TEV-DEMê bal kişand ser yekparçeyiya erda Sûriyê û destnîşan kir ku ew ji destpêka krîza Sûriyê ve têkoşîna terorê dikin û yekparçebûna Sûriyê diparêzin.