Rojbeyanî: Hikûmeta Iraqê ji bo têkdana deverên Kurdistanî li pist milîsan e

27 June 2021 19:58 0 dîtin
Rojbeyanî: Hikûmeta Iraqê ji bo têkdana deverên Kurdistanî li pist milîsan e

PeyamaKurd - Seroka Lîjneya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdstanê li Parlementoya Herêma Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ragihand, hikûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê derbarê asayîkirina rewşa herêmên Kurdistanî de ti gavan navêje.

Seroka Lîjneya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdstanî li Parlementoya Herêma Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ji BasNewsê re daye xuyakirin, rewşa Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê gelekî xirab e û roj bi roj xirabtir jî dibe û hewla bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e ji bo asayîkirina rewşa herêmê.

Ciwan Rojbeyanî got: “Gotûbêjên lijneyên me berdewam dikin û karên wan ê ji bo asayîkirina rewşê jî berdewam dike. Lê belê lijneyên Iraqê civînan taloq dikin û ne amade ne di civînan de beşdar bibin.”

Rojbeyanî derbarê pêhkatina odeya hevbeş a Pêşmrge û artêşa Iraqê de da zanîn: “Pêngavên baş hatine avêtin wekî pêkhatina odeya hevbeş di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de. Cîbicîkirina rêkeftina me bi mirovên wêrek û xwedî biryar pêk tê. Mixabin desthilatdarên Iraqê ne xwedî bawerî ne û ne jî wêrek û xwedî biryar in. Herêmên Kurdistanî bûne qurbaniyên vê siyasete û heta niha ti pêngavek li ser rêkeftinên me nehatiyê kirin.”

Ciwan Rojbeyenî bal kişand ser ku milîsên Iraqî bûne sedema nerazîbûna seranserê xelkê û li Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê û heger Iraq li pişt wan milîsan nebûya wan milîsan gef li xelkê nedixwarin û nedikarin xaka destê xelkê ji destê wan bistînin.