Rojhilat | Kolberekî zarok û yekî din di êrîsa pasdaran de birîndar bûn
PeyamaKurd - Pasdarên Îranê li deverên Sîna û Ûrmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê, gule bi ser kolberên Kurd de reşandin.
Kolbernewsê ragihandiye ku pasdarên Îranê li herêmên Sîna û Ûrmiyê, gule berdane kolberan ku li Sînayê kolberekî 35 salî Soran Qadirî birîndar bû. Qadîrî bo nexweşxaneya Merîwanê hatiye veguhestin.
Herwiha hat diyarkirin ku li gundewarê Ûrmiyê jî di êrîşa pasdaran de, kolberê 15 salî bi navê Y.F. birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin