Rojhilat | Li bajarê Sine du girtiyên Kurd hatin darvekirin

18 May 2023 20:25 0 dîtin
Rojhilat | Li bajarê Sine du girtiyên Kurd hatin darvekirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 18ê Gulanê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, du girtiyên kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Sine hatin darvekirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê ragihandiye ku îro beyaniyê hemwelatiyê bi navê Mistefa Salihî yê xelkê gundê Dizlî yê ji bajarê Sewlawa, bi tohmeta kuştina qestî li girtîgeha navendî ya bajarê Sine hate îdamkirin,

Dîsa kesê bi navê Cemşîd Kerîmî yê xelkê bajarê Dêwlan û rûniştvanê bajarê Sine jî îro danê sibehê li girtîgeha navendî ya bajarê Sine hatiye îdamkirin.

Hat diyarkirin ku cezayê darvekirina Cemşîd Kerîmî beriya agahdarkirina malbatê bi demjimêrekê hatiye bicihanîn ku malbata kesê hatibû kuştin piştî wergirtina 4 milyar tumenan cezayê wî efû kiribû.