Rojnameger Nazîm Dastan û Cîhan Bîlgîn di êrîsa Tirkiyê de canê xwe ji dest dan
PeyamaKurd – Rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn di êrîşa UCAV a Tirkiyeyê de canê xwe ji dest dan.
Rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopînin doh saet derdora 15.20an de li ser rêya navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê bûn hedef. Di êrîşa balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de 2 rojnamegeran canê xwe ji dest dan. Ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.
Daştan û Cîhan Bîlgîn ji 8ê Kanûnê ve geşedanên li Bendava Tişrîn û Pira Qerekozak dişopandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin