Rojnamevan Baris Pehlivan, Serhan Asker û Seda Selek xistin binçav

28 January 2025 21:49 0 dîtin
Rojnamevan Baris Pehlivan, Serhan Asker û Seda Selek xistin binçav

PeyamaKurd – Bi sedema axaftina di rêya telefonê ya ku şaredarê Îstenbolê İmamoğlu bi pisporekî re kiribû weşandin, serdozgeriya Îstenbolê di derbarê rojanemevan Barış Pehlivan, rêvebirê TV ya Halk û pêşkêşvana TVyê Seda Selek de lêpirsîn hatibû destpêkirin û wan xistin binçav. TV ya Halk bê îznê bistînin axaftina telefonî weşandibûn.

Lêpirsîn, bi sedema ‘guhdarîkirina axaftinên di navbera kesan de’ û ‘lêkirina bandorê li pispor’ di çarçova nav sûcan de hat kirin.

Barış Pehlivan, di çarçova lêpirsîna navborî de ber destî êvarê li ofîsa xwe hat girtin û birin asayîşa Îstenbolê. Serhan Asker li Ankara hat binçavkirin û birin Emniyeta Vatanê. Pêşkêşvana bernamê Seda Selek jî xistin binçav û birin Emniyeta Vatanê.