Rojnamevanên Ereb li Îstenbolê civiyan

07 May 2018 20:21 0 dîtin
Rojnamevanên Ereb li Îstenbolê civiyan

PeyamaKurd- Şaredariya mezin ya Îstenbolê ji 18 welatên Ereb 60 rojnamevanan dawet kirin bo bernama “Hevdîtina Rojnamevanên Ereb li Îstenbolê”.

Ji 18 welatên Ereb kesên ku tevli dawetê bûn rojnamevan, serokê sendîkayan, rêvebirên giştî yên weşanan, rêvebirên kanalên televîzyonan, nivîskarên goşeyan û pêşkêşvan in.

Di ahengê de armancek jê ew e ku 600 hezar Erebên li Îstenbolê dijîn, jiyana xwe çawa birêve dibin, agahiyên di derbarê wan de bi rojnamevanan re bên parvekirin. Rojnamevanên li Tirkiyê yên ku bi Erebî dizanin yên navdewletî û rewşenbirên Ereban, bê mirov çawa dikare wan bigihîne hev, armanceka dinê ya ahengê ye.

Nîşandana projeyên mezin yên ku li Îstenbolê tên pêkanîn û wê di demeka nêz de temam bibin, bo rojnamevanan bên nîşandan. Wê agahiyên di derbarê jiyana aborî ya li Tirkiyê û Îstenbolê bê pêşkêşkirin û bi der û dorên ku xwediyên sermaya mezinin, rojnamevanan bidin nasîn.

Armanceka dinê ya ahengê ew e ku di demên dawiyê de, di eleyhiya Tirkiyê de gelek tiştên neyînî tên gotin û wan gotinan bi rêya dawetvanan bidin pûçkirin.

Şaredariya mezin ya Îstenbolê di demên dawiyê de bo Erebên ku li îstenbolê dijîn, amadekariyeka kultirî ya bo Ereban dike ku di warê wê de xizmetê bidin Ereban. Danasîna wê projeyê armanceka dinê ya ahengê ye.

Di van mijaran de wê hemû agahiyan bidin rojnamevanan û aheng di 12 ê gulanê de, wê  bi dawî were.