Romanowskî: Amerîkayê ji bo koçberên Iraqê 3.6 milyar dolar alîkarî pêskes kiriye

10 July 2024 17:41 0 dîtin
Romanowskî: Amerîkayê ji bo koçberên Iraqê 3.6 milyar dolar alîkarî pêskes kiriye

PeyamaKurd - Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski di gotara merasîma ragihandina rênimayên rêxistina karûbarên penaxwazan li Herêma Kurdistanê de axivî û got, pêwîst e vegera koçber û penaberan ji bo warê wan bi dilxwazî û bi rûmet be, ne di bin ti zextan de be.

Romanowski got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya zêdetirî yek milyon aware û penaberan kiriye. Amerîka wek çawa rêzê li mafên mirovan digire, rêzê li rûmeta penaberan jî digire.”

Balyoza Amerîka diyar kir: “Amerîka piştgiriya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) dike, ji bo ku alîkariya penaberan li seranserê cîhanê û bi taybetî li Iraqê bike. Rêxistinên navdewletî û nehikûmî jî dikarin rolekê di alîkarî û parastina jiyana penaberan de bilîzin, ji bo ku cihên guncayî ji bo jiyanê ji wan re hebin.”

Balyoza Amerîkayê da zanîn: “Ez bang li civaka navdewletî dikim ku jiyana koçber û penaberên ku jiyana wan hîn di metirsiyê de ye biparêzin.”

Romanowski wiha pê de çû: “Hîn hejmareke mezin a penaberan hene ku ji ber pirsgirêkên ewlehiyê nikarin vegerin malên xwe. Ji ber vê yekê ez bang li her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê dikim ku divê penaber bi rûmet vegerin warên xwe. Divê zext li ser aware û penaberan neyê kirin ku di kampan de bimînin an jî neçar bimînin ku vegerin welatê xwe, lê divê vegera wan bi rûmet û dilxwazî be.”

Herwiha Romanowski bi bîr xist, Amerîkayê ji sala 2003ê ve “zêdetirî 1 milyar dolar” wekî alîkarî ji bo penaber û koçberên Iraqê pêşkêş kiriye û sala 2014an “piştî êrîşa DAIŞê zêdetirî 3.6 milyar dolar wekî alîkarî ji bo awareyan” pêşkêş kiriye.