Rûsya di êrîskirina ser Ûkrayna de pasde gav navêje wê Amerîka cezayê giran bisepîne
PeyamaKurd - Ajansa Reutersê derbarê pêwendiya vîdyokonferans a serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ya îro 7ê Kanûnê pêk tê de ragihandiye ku wê Biden heger Rûsya di mijara Ûkraynayê de paşde gav navêje cezayê girin bi ser de bisepîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Joe Biden doh Duşemê bi hevalbendên Yekitiya Ewropayê re li ser plana sepandina cezayan li ser Rûsyayê gotûbêj pêk anîbû.
Berpirsên payebilind ên rêveberiya Biden dibêjin, wê Biden Pûtîn hişyar bike heger êrîşî Ukranyayê bike wê cezayên aborî yên giran li ser Rûsyayê bisepîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin