Rûsya: 'Di qezaya tankerê de nêzî 2 hezar û 400 ton neft herikî deryayê'
PeyamaKurd – Wezareta Veguhestinê ya Rûsyayê diyar kir ku ji du keştiyên tankerê yên cuda yên ku li Deryaya Reş ji ber bahozê ketine, nêzî 2 hezar û 400 ton neft herikî deryayê.
Wezaretê doh derbarê nefta ku di qezayên ku di nîvê Kanûnê de ji ber bahoza Tengava Kerçê derketine deryayê de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di keştiyan de 4 tankên sotemeniyê yên bi mazotê tijî bûne hene û wiha hat gotin, "Pisporan tespît kirin ku qebareya sotemeniya ku diherike deryayê bi qasî 2 hezar û 400 ton e. Ev ji texmîna destpêkê ya ku ji hêla kaptanên tankeran ve hatî dayîn pir kêmtir e."
Lehî bandorek neyînî li jiyana kovî dike, nemaze li ser peravê li herêmên Temryukskiy û Anapa yên Rûsyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin