Rûsya: Dibe ku stargeheke ewle ya terorîstan li Afganistanê çêbibe
PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ji ajansa Tas a rûsî re ragihandiye ku fikarên wan hene li Afganistanê piştî hatina Talîbanê stargeheke ewle ya terorîstan çêbibe.
Ryabkov bal kişandiye ser şert û mercên niha yên Afganistanê û diyar kiriye, kontrolkirina vê rewşê wê gelek dijwar be û wê pêşîgirtina belavbûna terorîzmê ne mimkun be.
Ryabkov diyar kiriye ku di encama qewimînên li Afganistanê de ji bilî Talîbanê, dibe ku hemû hêzên din têk çûbûn, lê ti kes ji vê rewşê sûdê nastîne heta ku hevsengiyeke nû pêk were û ew jî demeke dirêj dixwaze.
Rayedarê rûsî gotiye: “Beriya her tiştî, ez bi fikar im ku li Afganistanê stargeheke ewle ya terorîstan çêbe beyî ku em Talîbanê ji bîr bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin