Rusya: Divê Sam û Serokên Kurdan kêseyê çareser bikin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku pêwîst e pirsgirêka Kurd li Sûriyê, di navbera rêveberiya Şamê û serokên Kurdan de were çareserkirin û dê ji bo Tirkiye sînorê xwe bi ewle hîs bike pirsgirêk wiha bê çareserkirin.
Lavrov ji medya rûsî re got, “Em ê helwesta xwe ya ji bo çareserkirina pirsa Kurd di çarçoveya yekparçeyiya erd û serweriya Sûriyê de, bi pêwîstiya çareserkirina bi danûstandinên rêveberiya Şamê û serokên Kurdan de nîşan bidin.”
Lavro li ser pirsa ‘Gelo hêzên Kurd amade ne ji sînorê Tirkiyê vekişin?’ jî wiha axivî:
"Li qadê tevî yekparçeyî erd û serweriya Sûriyê, em ê bi rêya dîyalogê piştevaniya dabînkirina berjewendiyên ewlekariyê yên Tirkiyê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin