Rûsya: Em ji pêsniyarên çareseriyê yên derbarê Ukraynayê re vekirî ne

23 August 2023 10:30 0 dîtin
Rûsya: Em ji pêsniyarên çareseriyê yên derbarê Ukraynayê re vekirî ne

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir, ji bo krîza Ukraynayê ji çareseriya dîplomatîk re vekirî ne û ji hemû pêşniyarên cidî re jî amade ne.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaxarova da zanîn, ew ji çareseriya dîplomatîk a krîza Ûkraynayê re vekirî ne û ji hemû pêşniyarên cidî re jî amade ne û bi bîr xist ku rêveberiya Ukraynayê muzakereyên bi Rûsyayê re qedexe kiriye.

Zaharova ji medyaya Brezîlyayê re got: "Em navbeynkarî û destpêşxeriyên mirovahî yên ji bo bidestxistina aştiyê pir bilind dinirxînin."

Zaxarova eşkere kir, rêveberiya Ukraynayê muzakereyên bi Rûsyayê re qedexe kiriye, wiha got: "Em her tim ji çareseriya dîplomatîk a krîzê re vekirî bûn û didomin û em amade ne ku bersivê bidin pêşniyarên bi rastî cidî."