‘Rûsya êrîsên asmanî wek zexta bo asayîkirina pêwendiyên Enqere-Samê bikar tîne’

29 June 2023 21:05 0 dîtin
‘Rûsya êrîsên asmanî wek zexta bo asayîkirina pêwendiyên Enqere-Samê bikar tîne’

PeyamaKurd – Di medyaya erebî de, li ser êrîşên çend rojên dawî yên balafirên şer ên Rûsyayê bi ser herêma Idlibê de nirxandinên balkêş têne belavkirin.

Rojnameya Şerq El Ewsat derbarê rojeva Sûriyeyê de bi sernavê “Şamê êrîşên hewayî û yên bi moşekan li dijî rêxistinên çekdar ên li gundewarên Idlibê pêk anîn” nûçeyek belav kir.

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da daxuyaniya Wezareta Derve ya rejîma Sûriyê ku binkeyên “rêxistinên çekdar” li gundewarên Idlibê dike armanc.

Hatiya diyarkirin ku di nava hefteyekê de ev cara duyemîn e ku Şam û Rûsya êrîşên hewayî li djiî baregehên wan komên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike, pêk tînin.

Di nûçeyê de daxuyaniyên gerînendeyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdurehman hatine bibîrxistin û hatiye gotin, êrîşên li bakur û rojavayê Sûriyeyê di çarçoveya zexta siyasî ya ji bo asayîkirina têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê de pêk tên.

Ebdulrehman daye zanîn: “Hemû alî hev tawanbar dikin. Lê ev yek rastiya danûstandinên bi navbeynkariya Rûsyayê ji bo danîna nexşerêyekê ji bo vegerandina têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê vedişêre.”