Rûsya: Ji bo balyozê me yê li DYAyê hatiye tayînkirin heta niha me bersiva qebûlkirinê wernegirtiye

20 January 2025 13:48 0 dîtin
Rûsya: Ji bo balyozê me yê li DYAyê hatiye tayînkirin heta niha me bersiva qebûlkirinê wernegirtiye

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova ragihand ku wan ji bo balyozê xwe yê ku li Amerîkayê hatiye tayînkirin heta niha qebûlkirina Waşîngtonê wernegirtiye.

Zaxarova ji ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASSê re axivî û der barê tayînkirina Balyozê Rûsyayê yê li DYAyê de daxuyanî da.

Zaxarovayê diyar kir ku heta niha aliyê Amerîkayê bersiv nedaye Balyozê Rûsyayê yê li Waşîngtonê ku tayîn kirine û weha got: “Heta niha peyam negihiştiye ber destên me.”

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn biryara ji kar dûrxistina Balyozê Rûsyayê yê Waşingtonê Anatolî Antonov îmze kiribû û hatibû îdiakirin ku li şûna Antonov Midîrê Daîreya Amerîkaya Bakur a Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê Aleksandr Darçîyev hatiye wezîfedarkirin.