Rûsya ji bo parastina baregehên xwe yên li Sûriyeyê li dû peymanekê ye

06 March 2025 14:51 0 dîtin
Rûsya ji bo parastina baregehên xwe yên li Sûriyeyê li dû peymanekê ye

PeyamaKurd – Rûsya bi sûdwergirtina ji bêbiryariya Amerîkayê ya ji bo Sûriyeyê dixwaze baregehên xwe yên leşkerî vekirî bihêle.

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) nivîsand ku Rûsya armanc dike ku bandora xwe ya aborî û leşkerî ya li Sûriyeyê ku di bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) de ye, zêde bike .

Hat ragihandin ku hevalbendên Amerîka yên li Rojhilata Navîn ji bo dayîna pereyan ji bo rêveberiya nû ya Şamê dereng dimînin, ji ber ku ew ji gavên ku rêveberiya Donald Trump dê derbarê mijara Sûriyê de bavêje ne bawer in. 

Tê diyarkirin ku ev yek derfetê dide Moskowê ku bandora xwe ya li Sûriyeyê zêde bike.

Di raporê de tê gotin ku Rûsya ji bo zêdekirina bandora xwe ya leşkerî û aborî ya bi rêveberiya HTŞyê re hevdîtinên xwe didomîne. 

Hat ragihandin ku di meha Çile de Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Rûsyayê Aleksandr Lavrentîev di meha Çileyê de çûbûn Sûriyeyê, hevdîtinan dest pê kir.

Moskova ku di sala 2015an de leşker û firokeyên xwe ji bo alîkariya Esed kom kir, li Baregeha Hewayî ya Hmeymim û Baregeha Deryayî ya Tertûsê li rojavayê Sûriyeyê ye.

Çavkaniyên han eşkere dikin ku Rûsiya ne tenê ji bo parastina van baregehan lê ji bo pêşxistina peywendiyên abûrî jî giftûgo kirine.

Karbidest dibêjin ku HTŞyê di hevdîtinan de mijara dersînorkirina Esed jî anîbû rojevê, lê Moskovê ev daxwaz qebûl nekir.

Di analîza WSJyê de tê gotin ku hevdîtinên Sûriyeyê yên bi Rûsyayê re li hemberî Îran û Tirkiyeyê ku weke “du hêzên mezin ên herêmê” tên binavkirin, li hevkariyên alternatîf digerin.