Rûsya ji kiryar û tevgerên Tirkiyê yên li derdora Eyn Îsa nerazî ye

18 March 2021 14:59 0 dîtin
Rûsya ji kiryar û tevgerên Tirkiyê yên li derdora Eyn Îsa nerazî ye

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û komên çekdar, şeva borî careke din derdora bajarokê Eyn Îsa topbaran kirin. Rûsyayê piştî êrîşê, hişyarî da Tirkiyê ku van heyamên dawî, dîsa dest bi komkirina hêzê kiriye li derdora Eyn Îsa.

Zanyarî diyar dikin, Tirkiye û komên çekdar, gundê Zîda yê li ser rêya M4, topbaran kiriye.

Herwiha li gor zanyariyan, Tirkiyê û komên girêdayî wê, hewl dan derbasî gundê Seyda bibin, lê HSDê rûbirûyî wan bûne û şer û pevçûn derketiye.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser destnîşan kir, di wan şer û pevçûnan de 2 çekdar hatine kuştin, êriş û topbarana komên çekdar û Tirkiyê, heta derengiya şevê berdewam kiriye.

Li gor rojnameya Şerq ul Ewqas eşkere kiriye, Tirkiyê ji bo dorpêçkirina Eyn Îsa, hêzeke mezin li derdora wî bajarokê stratejîk kom kiriye û hewl dide binkeyên xwe yên serbazî ava bike.

Heman çavkanî diyar kiriye, Rûsyayê jî li ser vê liv û tevgera Tirkiyê, nîgeraniya xwe derbiriye û hişyarî daye Tirkiyê.

Derbarê mijarê de, Cîgirê Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê Aleksandr Karpov gotiye, Rûsya ji kiryar û tevgerên Tirkiyê yên li derdora Eyn Îsa nerazî ye û ew kiryarên Tirkiyê rêkeftina di navbera aliyan de binpê dike û ziyanê digihijîne hewldanên bo çareserkirina pirsgirêkê.