Rûsya: Me di nav 5 rojan de 24 balafirên Ûkraynayê xist
PeyamaKurd – Wezîrê berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu got ku artêşa Ûkraynayê weke derûnî di rewşekî baş de nîne û di nav 5 rojan de Rûsya 24 balafirên Ûkraynayê xistine. Şoygu bi yekîneyên leşkerî yên Rojhilat re civiya û li ser rewşa leşkerên Ûkraynî rawestiya. Şoygu weha got:
“Derfetên artêşa Ûkraynayê kêm bûne. Ji aliyê derûnî de zor digihê artêşa Ûkraynayê. Di demên dawiyê de leşkerên Ûkraynayê yên teslîmî me dibin an dikevin desten me, rewşa leşkerên Ûkraynayê ya derûnî ji me re dibêje. Me 24 balafirên wan xist. Ez we pîroz dikim. Hun baş şer dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin