Rûsya: Me li diji dorpêça NATOyê du herêmên leskerî ava kir

05 March 2024 15:31 0 dîtin
Rûsya: Me li diji dorpêça NATOyê du herêmên leskerî ava kir
PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku wan li hember berfirehbûna NATOyê û bicihkirina potansiyela leşkerî ya li ser sînorên Rûsyayê du herêmên leşkerî yên nû ava kirine.

Şoygu di axaftina xwe ya di hevdîtina bi rayedarên Wezareta Parastinê re da zanîn ku Rûsyayê du herêmên nû yên leşkerî hatine avakirin.
Şoygu bi bîr xist ku NATOyê li nêzîkî sînorên Rûsyayê potansiyela leşkerî ava kiriye, Fînlandiya endamê NATOyê ye û Swêd jî wê beşdarî NATOyê bibe û wiha got: "Me ji bo xurtkirina komên leşkerî yên li bakurê rojava û rojavayê xurtir bikin gavan avêtin û me du herêmên leşkerî yên stratejîk li Lenîngrad û Moskowê ava kir.