Rûsya: Me li hemû eniyan êrîsên mezin dan destpêkirin!
PeyamaKurd – Piştî ku di çend rojên dawî de artêşa Ukraynayê rizgarkirina bi dehan niştingehan ji destê artêşa Rûsyayê ragihand, Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî da xuyakirin ku wan li hemû eniyên şer ên Ukraynayê êrîşên mezin dane destpêkirin.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, “Hêzên Asmanî û balîstîkî, ligel yekîneyên topxaneyan li hemû eniyên pevçûnan li dijî artêşa Ukraynayê êrîşên mezin dane destpêkirin.”
Herwiha hat diyarkirin ku êrîşên Sloviansk, Konstantinivka û Bakhmout a rojhilat, Mykolaïv û Zaporijjia yên başûr û herêma Kaharkiv a bakurê rojhilat hatine zêdekirin.
Li aliyê din Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov jî îdia kiriye ku artêşa Ukrayna li herêmên ku vê dawiyê paşve standine îşkence û mameleya xirab li xelkê sivîl dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin