Rûsya: “Me wan sîlihên ku bi trênan dibirin Ûkraynayê îmha kir”

08 May 2022 01:18 0 dîtin
Rûsya: “Me wan sîlihên ku bi trênan dibirin Ûkraynayê îmha kir”

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov ragihand ku bi sîstema fuzeya Îskender, li garên trênan yên li Harkivê yên bi navên Krasnograd û Karlovkayê xistine. Ji ber ku sîlih û alavên teknîkî yên leşkerî yên ku ji Amerîka û Yekîtiya Awrûpayê dihatin wan garan, Rûsya li wan xist û temamê wan bi fuzeyan îmha kir.

Konaşenkov her weha behsa kiryarên artêşa Rûsyayê yên li Ûkraynayê kir û got ku bi sîlihên hesas yên ji deryayê davêjin bejayiyê, li balafirgehên Artsiz, Odessa û Voznesenskê xistine ku li wan teçhizat û sîlihên hewayî yên Ûkrayna hebûne û temamê wan îmha kirine. Di ragihandinê de hat gotin ku artêşa Rûsyayê li dora Girava Mar balafira aîdê Ûkraynayê ya Su-24 ku balafira bombardimanêye, balafira şer ya nêçîrê Su-27, 3 helîkopterên Mi-8 ku di wan de leşker hebûne xistine û hûcûmbota Ûkraynayê ya bi navê "Stanislav" jî îmha kirine.