Rûsya, Sûriye û Tirkiye daxwaz dikin HSD ji Eyn Îsayê derkeve

22 December 2020 14:00 0 dîtin
Rûsya, Sûriye û Tirkiye daxwaz dikin HSD ji Eyn Îsayê derkeve

PeyamaKurd – Rûsya, rêjîma Sûriyê û Tirkiye daxwaz dikin HSD ji Eyn Îsayê derkeve û Eyn Îsayê radestî artêşa Sûriyê bike, herwiha ala Sûriyê lê were bilindkirin. 

Li gor zanyariyên ji Sputnikê, bo çarenûsa bajêr, li ser daxwaza aliyê Tirkiyê, civînek di navbera efserên Rûs û Tirk de li derdora bajarê Eyn Îsa hate lidarxistin. Di civînê de aliyê Tirkî mercê vekişandina tevahiya şervanên HSDê ji wî bajarokî kiriye.

Herwiha, Rûsya û rêjîma Sûriyê daxwaz ji HSDê kirine, da ku rê li ber êrîşên Tirkiyê bigirin, divê HSD ji Eyn Îsayê vekişe û radestî artêşa Sûriyê bike û ala Sûriyê li ser tevahiya saziyên fermi bê bilindkirin.

Fermandarên HSDê daxwaz kirine, nimûneya Minbicê li Eyn Îsayê cibicî bikin ku rêyên ketin û derketina bajêr radestî yekîneyên artêşa Sûriyê bikin. Lê aliyê Rûsî û rêjîma Sûriyê ev yek bi yekcarî red kirine.

Nahiya Eyn Îsayê ser bi herêma Girê Spî ve ye û 55 K.M li bakurê Reqayê dikeve. Girîngiya wê ya stratejîk ew e ku li ser rêya navdewletî M4 dikeve û rojhilatê Sûriyê û rojavayê wê û bi taybet her du herêman Kobanî û Cizîrê bi hev ve girê dide.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, ji meha borî ve êrîşên li ser Eyn Îsayê zêde kirine û daxwaz dikin wî bajarokî dagîr bikin.

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Dirar ji medyaya erebî re diyar kir, tiştê niha li Eyn Îsayê rû dide, tevliheviyek ji aliyê Rûsya û rêjîma Sûriyê ve ye. Rûsya û rêjîma Sûriyê hewl didin bi fişar û gefên Tirkiyê, Eyn Îsayê ji HSDê bistînin.