Rûsya û Tirkiyê li Hesekê dewriyeyeke hevpar gerandin

19 May 2020 09:41 0 dîtin
Rûsya û Tirkiyê li Hesekê dewriyeyeke hevpar gerandin

PeyamaKurd – Serokê Rêkeftina Lihevanîna Rûsyayê Oleg Juravlyov, ragihand ku Rûsya û Tirkiyê li Hesekê dewriyeyeke hevpar gerandin

Juravlev di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, “hêzên Rûsya û Tirkiyê li herêmên Şeyrek-Dellik-Tavtar-Deyla- Barkavri-Kutiya-Karamaniya- Kuneytra-Şeyrek a Heseke dewriyeyekê hevpar gerandiye.

Li gorî nûçeya Sputnîka rûsî, Her wiha polîsê leşkerî yê Rûsyayê li Heleb û Hesekê bi berdewamî dewriye digerîne.

Juralov bang li hêzên girêdayî Tirkiyê kir ku pêgirî agirbestê kirine û da zanîn ku terorîstên Nûsrayê li Idlib, Heleb û Lazkiyê êrîş biriye ser jîngehan.

Hêjayî gotinê ye ku Rûsya û Tirkiyê piştî êrîşên artêşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de ku Girê Spî û Serê Kaniyê hat dagirkirin, ji bo parastina sînoran li hev kiribûn ku di wê çarçoveyê de ji serê salê ve dewriyeyên hevbeş pêk tînin.