Rûsya û Ûkrayna peymana petrolê 10 sal dirêj kirin
PeyamaKurd- Rûsya û dewleta Ûkraynayê lihev kirin ku heya 10 salên dinê jî wê Rûsya petrola xwe di ser Ûkraynayê de bişîne. Li gor ragihandina şîrketa petrolê ya dewleta Ûkraynayê Ukrtransnafta ku bi awayeka nivîskî ragihandiye, cîgirê serokê şîrketa Ûkraynayê Nikolay Gavrilenko û serokê şîrketa Rûsyayê ya sewqiyatê ya Transeftê Sergey Andronov li Kievê hatine cem hev.
Di ragihandinê de hat gotin ku her dû alî lihev kirine û bi kurtî weha hat gotin:
“Di navbera şîrketên Ukrtransnafta û Transeft ê de peyman hat kirin wê heya 10 salan petrol di ser Ûkraynayê de here.”
Di mijara dayîn û sitendina peran de wê peyman weka berê wê dewam bike. Rûsya di ser xeta petrolê ya bi navê Drujba yê, bo dewletên rojhilatê Awrûpayê rojane di navbera 1,2 û 1,4 mîlyon varêl petrolê sewq dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin