Rûsyayê rojnamevanê Amerîkî bi 16 sal girtîgehê ceza kir
PeyamaKurd – Piştî dawîbûna şerê sar ê salên 1990an, cara yekem Rûsyayê rojnamevanekî Amerîkî bi sizayê girtîgehê siza kir.
Dadgeha Rûsyayê, bi tohmeta sîxurtiyê, xebatkarê Rojnameya The Wall Street Journal ê 32 salî, Evan Gershkovich bi 16 sal hepsê ceza kir.
Hate ragihandin ku rojnamevanê Amerîkî 29ê Adara 2023yan li bajarê Yekaterinburgê dema xebatên rojnamevaniyê, bi sedema agahiyên nepen berhev kirine, ji aliyê Servîsa Îstixbarata Rûsî (FSB) ve hatiye girtin.
Gershkovich îro derketiye pêşberî dadgehê û yekem car bi biryara dadgehê re wek rojnamevanekî Amerîkî yê li Rûsyayê tê girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin