Rûsyayê 5 kesên girêdayî Pasdarên Îranê radestî Azerbaycanê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Moskowê komeke 5 welatiyên Azerî yên girêdayî Supaya Pasdarên Îranê ku karê terorîstî kirine, radestî rêveberiya Azerbaycanê kir.
Li gor nûçeyê navê yek ji van kesên hatiye radestkirin, Tali`i Yûsifof bi nasnavê Hac Teqî tê naskirin û destê wî di kuştina şaredarê bajarê Gence yê Azerbaycanê Elmar Valiyev de hebûye.
Wezareta Ewlehiya Netewî ya Azerbaycanê daye xuyakirin, Yûsifof ê 55 salî di sala 2016an de derbasî Îranê bûye û bi armanca perwerdeya leşkerî, ewlehî û beşdariya hemwelatiyên Îranî di nava hêzên “Huseyniyûn” de, li Sûriyê maye.
Rêveberiya Azerbaycanê daye zanîn ku Hêza Quds a beşa derveyî welat ya Supaya Pasdaran, hemwelatiyên Komara Azerbaycanê di bin navên hêzên “Huseniyûn” de ji bo şerê Sûriyê şandine.
Beriya niha jî wêneyê Yûsifof bi Fermandarê Hêza Qûds Qasim Silêmanî yê ku ji aliyê Amerîkayê ve li Bexdayê hatibû kuştin belav bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin