Rûsyayê bersiv da biryara firotina Patriotan bo Tirkiyê
PeyamaKurd – Piştî ku Wezareta Derve ya Amerîkayê biryara firotina bi 3.5 milyar dolaran a moşekên parastina hewayî Patriotan bo Tirkiyê pesend kir, ji Rûsyayê bersiv hat.
Kremlînê daxuyakirin, "Pesendikiran firotina Patriotan ji aliyê Amerîkayê ve, bandorê li ser peymana S-400an a bi Tirkiyê re nake.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Firotina moşekan a Amerîka û Rûsyayê bo Tirkiyê karên ji hev cuda ne. Dê firotina S-400an bo Tirkiyê bi her awayî bê temamkirin. Em pêşbînî nakin ku Tirkiye agahiyên moşekên Rûsî bi Amerîkayê re parve bike.”
Peymana kirîna S-400ên Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve, hiştibû Amerîka û NATO bertekan ji Tirkiyê re nîşan bidin ku ew sîstem ne li gor sîstemên artêş NATOyê ne û dê bibin sedema zehmetiyan di karkirina wan de.
Ev pengava Amerîkayê ya firotina Patriotan wekî astengkirina firotina S-400ên Rûsî hatibû nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin