Rûsyayê çîroka ‘Alan Kurdî’ bi bîr xist û Fransa û Brîtanya rexne kir
PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, helwesta Brîtanya û Fransayê ya derbarê penaberan de wekî durûtî bi nav kir û çîroka di deryayê de xeniqîna zarokê Kurd Alan Kurdî bibîr xist.
Mariya Zaxarova got; “Brîtanya û Fransa mijara penaberan ji bo berjewendiya xwe ya jeosiyasî û pêkanîna helmeta propagandaya li dijî hikûmeta Şamê bi kar tînin.”
Zaxarova diyar kir: “Li aliyê Fransayê yê kanala Brîtanyayê her ku diçe hejmara penaberên li wê derê asê mane zêde dibin û beşek ji wan dixwazin bi soberiyê bigihin Brîtanyayê, lê belê penaber ti bandorê li xweşguzeranî û bexteweriya nişteciyên wan giravan çênakin.”
Berpirsa rûsî destnîşan kir: “Em hemû çîroka Alan Kurdî di bîra me de ye, ku temenê wî 3 salî bû di sala 2015an de, bû qurbaniyê karesata koça ber bi Ewropayê, ev jî ji ber siyaset û reftara tawankarane ya rojavayiyan ku li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê derketiye holê.”
Mariya Zaxarova got: “Wê demê cîhanê dît ku bi bi ser Alan Kurdî de hat, wê çaxê Wezîrê Derve yê Fransa yê wê demê Laurent Fabius daxwaz dikir ku penaber bi awayekî dadperwerane bi ser welatên Ewropayê de werin dabeşkirin.”
Zaxarova wiha pê de çû: “Ew welat niha red dikin ku penaberan werbigrin, lê belê beriya niha wêneyên zarokên Sûriyê bi kar dianîn ji bo berjewendiyên xwe yên jeosiyasî û ew karesat kiribûn çekeke siyasî ji bo şerê medyayî li dijî Şamê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin