Rûsyayê di dema axaftina Biden de bajarê Livîv yê hevsînorê Polonya bombe kir
PeyamaKurd – Rûsyayê di dema axaftina Serokê Amerîka Joe Biden de ku li sînorê Polonyayê yê nêzîkî bajarê Livîv ê Ukraynayê bû, bajarê Livîvê bi fuzeyan bombe kir.
Biden di axaftina xwe de, Pûtîn wekî qesab pênase kiribû û gotibû, divê ew êdî li ser deshilatê nemîne.
Herwiha Biden got ku heger Rûsya êrîşekî bi ser endamên NATO yên wek Polonya de bike, ew dê her santîma axa NATOyê biparêzin û bersivê bidin.
Rûsyayê jî di dema wê axaftinê de, bersiv da daxuyaniyên Biden û bajarê Livîvê yê 70 km dûrî sînorê Polonyayê bi fuzeyan bombe kir ku depoyeke sotemeniyê bû armanca êrîşê û şewat derket.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin