Rûsyayê gef li Amerîkayê xwar: Em ê Alaskayê bistînin!

07 July 2022 19:35 0 dîtin
Rûsyayê gef li Amerîkayê xwar: Em ê Alaskayê bistînin!

PeyamaKurd – Serokê Dumaya Dewletê ya Rûsyayê Vyaçeslav Volodin, gefa standina eyaleta Alaska ya Amerîkayê xwar.

Volodîn di axaftina xwe ya Dumayê de got ku heger Amerîka dest deyne ser hebûn û diravên wan ên li derveyê welat, ew ê jî eyaleta Alaskayê ji wan bistînin.

Serokê Dumayê got: "Bila Amerîka tim vê bi bîra xwe werîne: Erdekî bi navê Alaska heye. Dema hewl bidin dest deynin ser çavkaniyên me yên li derveyî welat, bila bizanin ku tiştekî em jî ji wan bistînin û vegerînin heye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Eyaleta Alaska ya Amerîkayê girêdayî Împeretoriya Rûsyayê bû û 30yê Adara sala 1867an bi bedêla 7,2 milyon dolaran ji hatibû kirîn û bûbû erda Amerîkayê.