Sêwirmendê serokwezîrtiya Iraqê: Wê 'Proja Rêya Gesepêdanê' di Duhokê de derbas bibe

29 January 2025 00:23 0 dîtin
Sêwirmendê serokwezîrtiya Iraqê: Wê 'Proja Rêya Gesepêdanê' di Duhokê de derbas bibe

PeyamaKurd – Şêwrimendê serokwezîrê Iraqê yê Muhammed Şiya es-Sudani, Nasir el-Esedi ragihand ku wê 11 km yê Proja Rêya Geşepêdanê di bajarê Duhokê de derbas bibe.

Tora Rûdawê suponsoriya Konferansa Enerjiyê ya Iraqê dike û konferans li Bexdayê dewam dike. Şêwirmendê serokwezîritiya Iraqê yê ji gihandinê berpirs Nasir el-Esedi ji Rûdawê re ragihandiye

“Proje wê di Duhokê de derbas bibe û temamê bajarên Iraqê wê jê fêde bibîne. Bajarên ku proje tê de derbas nabin wê bi torên rê yên cîh û xetên trênê yên hene bi rêya projê ve bên girêdan.”

Proje, ji Iraqê heya Tirkiyê û lîmanan diçe, dirêjahiya wê 1200 km.ye k udi nav de rêyên bejahiyê û trênê hene. Armanca projê ew e ku wê di navbera welatên Kendavê û Ewrûpa de mal bibin û bînin.

Nasir el-Esedi, got ku wê din av projê de temamê bajarên Iraqê hebin û weh adewam kir:

“Wekî ji bajarê Basrayê heya Orta Firatê, dê Kurdistan jî ji projê fêde bibîne. Ji Duhokê wê 11 km bikeve ber projê.”

Proja Rêya Geşepêdanê ji rêyên hesin, rêyên bejahiyê û xizmetên din yên wekî petrol, gaz, elektrîk û înternetê pêk tê. Esedî got ku eger di projê de tiştek hebe li serê li hev nekin, wêpirsgirêk di navbera hukumetan de şareser bibe.

Wezîra Îmar û îskanê ya Herêma Kurdistanê Dana Abdulkerim, ragihandibû ku destnîşankirina güzergâha projê de bi Herêma Kurdistanê re ti hevdîtin nehatiye kirin. Lê el-Esedi got:

“Di navbera hukumeta federal û ya Herêma Kurdistanê de bi temamî koordinasyon heye. Peymanên teknîkî tên kirin û pêvajo rast dimeşe.”

Wezîrê Îmarê û Îskanê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku guzergâha projê guhertine û li Bexdayê hinek kes an grûb naxwazin aboriya Kurdistanê xwurt bibe lewra rêya projê guhertine.