Sêwirmendê Sûdanî: Heta 10 rojan rêveberiya Kerkûkê saz dibe

02 August 2024 14:53 0 dîtin
Sêwirmendê Sûdanî: Heta 10 rojan rêveberiya Kerkûkê saz dibe

PeyamaKurd - Şêwirmendekî Serokwezîrê Iraqê Tûrxan Muftî amajeyê dide, “Pirsa pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Diyalayê gelek ji pirsa Kerkûkê aloztir bû.” Herwesa dibêje, “Heta deh rojên din di derheqa pirojeyan û pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê de encamek dê bi dest ve bê.”

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Tûrxan Muftî got: “Du piroje ji bo pêkanîna Civata Parêzgeha Kerkûkê hene; ya yekê ew e ku postê parêzgerî di navbera Kurd, Ereb û Tirkmenan de bi dor be. Ya duyê jî ew e ku postê parêzgerî di navbera Kurd û Ereban de be û post jî bi Tirkmenan bên dan.”

Tûrxan Muftî amaje jî da, “Heta deh rojên din di derbarê pirojeyan û pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê de wê encamek bi dest ve bê.”

Muftî anî ziman ku tevî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di her rêkarekê de xwedî desthilateke temam e jî dixwaze pirsgirêka Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê li nav Kerkûkê bê çarekirin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê got: "Pirsgirêka pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Diyalayê gelek ji pirsa Kerkûkê aloztir bû, lê wan karî li ser astengan zal bibin û hikûmetê pêk bînin.”

Civata Parêzgeha Diyalayê li şeva borî di rûniştinekê de postên serokê civatê û cîgirê wî û parêzger û cîgirên wî yekalî kirin. Ednan Cayerî ji bo postê parêzgerê wî bajarî hat hilbijartin û her yek ji Misrtefa Talib û Xazî Feysel jî wekî cîgirên wî yên yekê û duyê hatin hilbijartin.

Ji aliyekî din ve jî Omer Kerewî wekî Serokê Civatê û Salim Temîmî wekî Cîgirê Serokê Civata Parêzgehê hatin hilbijartin.

Yekalîkirina postên parêzgeha Diyalayê piştî heşt mehan ji hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê di civîneke taybet de li hotela Reşîdê li Bexdayê bi rê ve çû.

Civata Parêzgeha Diyalayê rûniştina xwe ya yekê ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî li roja 05ê Şibata îsal kir, lê ji ber duberekî û hevrikiyên siyasî ew rûniştin vekirî ma û aliyên siyasî heft caran ji ber nebûna nîsaba qanûnî şkestin di temamkirina wê rûniştinê de li Diyalayê anî.