Sadr: Encamên hilbijartinan qebûl bikin
PeyamaKurd – Serokê Tevgera Sadr Muqteda El Sadr bang li terefên siyasî kir ku encama hilbijartinên di 10 ê cotmehê de qebûl bikin. Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan hefta borî encama hilbijartinên 10 ê cotmehê ragihandibû. Tevgera Sadr 73 kursî bidest xistibû. Sadr weha got:
“Qebûlkirina encama hilbijartinan ji qaîdeyên demokrasiyê ye. Weka me çawa di sehayên xwepêşandanan de got em girêdayê pêvajoya hilbijartinê ne. Komîsyona hilbijartinê ya bilind ragihand ku di hilbijartinan de ti hîle nehatiye kirin û hilbijartin serkeftî bû.
Eger hun encama hilbijartinan qebûl nekin wê Iraq ji aliyê siyasî û ewlehiyê de bikeve nav kaosê û divê kes zorê nede ser komisyona hilbijartinan û ser erka darizandinê.”
Sîstema ku vê carê Iraqê ji bo hilbijartinan danî kes nikaribû tê de hîle bike û xwuyaye ku wê encamên hilbijartinan weka encama roja ewilî be.
Grûba Sadr 73, PDK 33, Haşdi Şabi di bin sîwana El Fetih de 14, Haydar Abadi û Ammar Hekim 4 kursî bidest xistin.
Ji bilî Muqteda El Sadr temamê Şî’ayan îtîraza encama hilbijartinê dikin ji ber temamên terefdarên Îranê di hilbijartinan de têkçûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin