Sadr ji komîsyona hilbijartinê xwest ku encama hilbijartinan zû askera bike

11 October 2021 23:41 0 dîtin
Sadr ji komîsyona hilbijartinê xwest ku encama hilbijartinan zû askera bike

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Sadr Muqteda es – Sadr îro di ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê de ragihand ku ew dixwazin encama hilbijartinê li gor qanûnan di wextê xwe de diyar bikin.

Sadr xwest ku aşkerakirina encaman zû bi dawî bikin, yên qanûnan binpê kirine wan ceza bikin û nehêlin hîle bikeve nav encamên hilbijartinê. Muqteda es – Sadr her weha got ku ew encama hilbijartina ya ji aliyê dezgeya hilbijartinê ya bilind ya Iraqê de çawa ragihînin wê qebûl bikin û divê ti kes muxalefetê neke û ev egera dermokrasiyê ye.