Sahînê Soreklî Xelata Serefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî ya 2019an wergirt

11 May 2019 10:05 0 dîtin
Sahînê Soreklî Xelata Serefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî ya 2019an wergirt

PeyamaKurd - Enstîtûya Çanda Kurdî ya Viyanayê, 'Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî ya sala 2019an', diyarî nivîskar û rojnamevanê kurd Şahînê Bekirê Soreklî kir.

Nivîskar, perwerdekar û rojnamevanê kurd Şahînê Bekirê Soreklî bi serdanekê li Ewropayê ye, û gelek gotûbêj û hevdîtinan û ahengên îmzekirina pirtûkên xwe, li çend welatên Ewropa li dar dixe.

Şahînê Bekirê Soreklî di vê serdana xwe de li Nemsa, du semîner û hevdîtin li dar xistine û ji ber ked û xebata wî ya di ber ziman, wêja û rojnamegeriya Kurdî de, ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ve, bi Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî ya sala 2019an hat xelatkirin.

Soreklî di hefteya bê li Almanyayê jî du semîneran li dar dixe û piştre diçe hin welatên ewropî yên din, û li gel revenda kurd çend semîner û hevdîtinên din li dar dixe.

ŞAHÎNÊ BEKIRÊ SOREKLÎ KÎ YE?

Şahînê Bekirê Soreklî  di sala1946an de ji gundê Mezrê yê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, ew ji sala 1965an ve, jiyana xwe li derveyî welat, di navbera Ewropa û Awusturalya de derbas dike. Damezirîner û yekemîn serokê Rêxistina Kurdî ye li Awustralya ye. Soreklî gelek berhemên wêjeyî yên roman, kurteçîrok û helbestan nivîsandine. Hinek  berhemên wî yên çapkirî ev in: Wendabûn, Veger (roman); Pisîk jî Xewnan Dibînin, Çîrokên 18 Salan, Nameyek ji Bavê Min re (Çîrok); Jana Heft Salan (Helbest). Herweha Soreklî ji îngilîzî, almanî û erebî gelek çîrok, gotar û helbest wergerandine kurdî. bi salan karên rojnamegeriyê dike. Ji 1984an û vir ve berpirs, amadekar û bêjerê bernameya kurdî ya Dezgeha Awusturalyayê SBS Radioyê ye.