Salwan Momika li Swêdê hat kustin

30 January 2025 12:23 0 dîtin
Salwan Momika li Swêdê hat kustin

PeyamaKurd – Medyaya dewletê ya Swêdê îro ragihand ku Salwan Momika yê iraqî ku bi şewitandina Qur’anê û êrîşên li dijî Îslamê tê naskirin, li mala xwe ya li bajarê Sodertalje hat kuştin.

Televîzyona dewletê ya Swêdê SVTyê got,

“Doh derengiya şeva Çarşemê li Hovsjoyê ya Sodertaljeyê di malekê de zilamek hat dîtin ku bi guleyan hatibû kuştin. Diyar bû ku kesê hatî kuştin, Salwan Momika (38) e.”

Li gorî AFPya fransî jî polîs û dadweriya Swêdê bûyer piştrast kirine.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Berdevkê polîsê Stockholmê Daniel Wikdahl got ku gumanbarek ji ber lêpirsînê hatiye binçavkirin.

Salwan Momika asûriyekî Iraqê bû û cara ewilî di sala 2023yan de du caran Qur’an şewitandibû.