Saman Huseyin: Pirsgirêka me ya derman û alavên tibî heye

20 May 2022 01:07 0 dîtin
Saman Huseyin: Pirsgirêka me ya derman û alavên tibî heye

PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Huseyin ragihand ku ji bo ber li îhtîmala krîzê bigrin, weka tedbîr ji bo derman û alavên tibî bikirin, para pereyên wan di budçê de, dê zêde bike. Huseyin ji bo ev çend mehe ku kêmasiya derman li Herêma Kurdistanê heye, îro li Silêmaniyê seredana depoyekî alavên tibî kir.

Wezîr Saman Huseyin got ku ji bo tedbîran bistînin, wê ji bo derman û alavên tibî perê wan di budçeyê de zêde bikin. Wê desthilatê bidin rêvebirên tenduristiyê yên parêzgehan ku karibin rast e rast %25 ê dermanan bikirin û yên mayî wê di rêya îhaleyan de bikirin. Wezîr weha dewam kir:

“Hukumet û wezaret mekanîzmayekî çareseriyê ava kirin. Zêdetir jî budçeya derman û alavên tibî ji miqdarê 6 mîlyar dînarî wê derxin 7 mîlyar dînarî. Esas temînkirina pêdiviyên derman û alavan wezîfa hukumeta federal e. Pirsgirêka derman ya Iraq û ya Herêma Kurdistanê heye û nehatiye garantîkirin. Valahî hene. Berhemên tibî hene ku qet ji Bexdayê nayên. Hene ku baş tên û hene nebaş tên.”